Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serokê PDKê hatin hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serokê PDKê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina Serok Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin hilbijartin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, piştî ku Serok Barzanî daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku careke din bibe cîgirê serokê PDKê, wî jî daxwaz ji Mesrûr Barzanî kir ku di erkê cîgirê serokê PDKê de alîkariya wî bike.

14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro pêncşemê 3ê Mijdara 2022an bi beşdariya nêzîkî hezar endaman, li bajarê Duhokê dest bi karên pê kir û biryar e sê rojan dewam bike.