Zanîngeha Amerîkî-Kurdistanê û Dezgeha Aleksander a Romanî peymanek îmze kirin

Zanîngeha Amerîkî-Kurdistanê ya li Duhokê û Dezgeha Aleksander a Romanî peymaneke alîkarîkirinê îmze kirin û li gor peymanê herdu alî dê alîkariya hevdu bikin ji bo pêşvebirina hêzên kar li sektora hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Zanîngeha Amerîkî-Kurdistanê ya li Duhokê û Dezgeha Aleksander a Romanî peymaneke alîkarîkirinê îmze kirin û li gor peymanê herdu alî dê alîkariya hevdu bikin ji bo pêşvebirina hêzên kar li sektora hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê.

Îro Sêşemê 8ê Mijdara 2022yan, li bajarê Duhokê peymana alîkarîkirinê di navbera Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê û Dezgeha Aleksander a Romanî hat îmzekirin û li gor peymanê herdu alî dê alîkariya hevdu bikin ji bo pêşvebirina hêzên kar li sektorên hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê.

Li gor rêkeftinê, Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê van projeyên xizmetguzariyê li Herêman Kurdistanê encam dide:

- Encamdana lêkolînên zanistî li ser bazarên Herêma Kurdistanê.

- Şareza û pisporên Dezgeha Aleksander hejmarek workshop û kursên rahênanê ji bo fermanberên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

- Şarezayên navdewletî waneyên karsaziyê yên navdewletî, pêwendiyên siyasî û bazirganî ji bo xwendekarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê didin.

- Xwendekarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê serdana welatê Romanyayê dikin ji bo sûdwergirtina ji ezmûna wî welatî di warên diravên bazirganî, jimêryarî, karsazî û pêwendiyan de.

- Karmendên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê serdana welatê Romanyayê dikin ji bo sûdwergirtina ji sîstema profesyonel a îdareyê ya wî welatî.