Diyarbekir dê mazûvaniya lîstika Tirkiye–Skotlandê bike

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin civîna partiya xwe ya mehane li Yarîgeha Diyarbekirê li dar xist û ragihand, di 16ê Mijdarê dê li Diyarbekirê yariya futbolê ya Tirkiye-Skotlandê were leyîstin.
Stadyûma Diyarbekirê
Stadyûma Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin civîna partiya xwe ya mehane li Yarîgeha Diyarbekirê li dar xist. Muhammed Şerîf Aydin da zanîn ku di 16ê Mijdarê dê li Diyarbekirê yariya futbolê ya Tirkiye-Skotlandê were leyîstin.

Serokê Şaxa Diyarbekir ê Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin her meh derbarê rojevê de civînek çapemeniyê li dar dixe ku vê carê bo civînê cihek ciyawaz neqand.

Civîna mehane ya rojevê ya Ak Partiya Diyarbekir vê carê di Yarîgeha Diyarbekirê de hat lidarxistin. Di civînê de Muhammed Şerîf Aydin da zanîn ku dê Diyarbekir di dîroka xwe de cara yekem mazûvaniya yariyeke futbolê ya navneteweyî bike û dê yarî navbera Tirkiye-Skotlandê de di 16ê Mijdarê de were leyîstin û tê pêşbînîkirin ku ji Skotlandê jî qasî 1500 alîgir werin Diyarbekirê.

Muhammed Şerîf Aydin amaje kir ku wan gelek hewil da ku ev yarî li Diyarbekirê were leyîstin û ev yek dê sûdê bide danasîna Diyarbekirê û hawira aramiyê jî bide nîşan. Aydin got:  Em Diyarbekiriyan vedxwînin yariyê ku ew jî çavdêriya vê yariya dîrokî û bedew bikin ku dê wê rojê konsertên muzîkê jî hebin.

Aydin da zanîn ku wan ji Federasyona Futbolê re gotiye di navbera Kupaya Cîhanî de bila Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaş jî yariyên xwe yên amadekariyê li Diyarbekir bileyîzin û li benda bersivê ne ku hêvî dikin bersivên erênî bên.