Biro: PKK astengiyan li pêş yekrêziya navmala Kurdî derdixe

Biro: Destêwerdana PKKê di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de, dibe astengî li pêş yekrêziya navmala Kurdî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Ibrahîm Biro ragihand, destêwerdana PKKê di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de, dibe astengî li pêş yekrêziya navmala Kurdî.

Endamê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Ibrahîm Biro ji K24 re da zanîn, hevdîtina wan bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich re li Hewlêrê, piştî wê yekê bû ku wî hevdîtin bi hikûmeta Tirkiyê re li Enqerê, opozîsyona Sûriyê li Stenbolê û HSD û MSDê li Qamişlo hatibû.

Diyar kir jî, wan di hevdîtina bi nûnerê Amerîkî re wan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û çareseriya siyasî re û astengiyên li pêş civînên Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj kirin, bi taybetî behsa rewşa Kurdî û derfetên dubare destpêkirina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de hate kirin.

Di vê derbarê de Biro amaje bi wê yekê kir, destêwerdana PKKê di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de, dibe astengî li pêş yekrêziya navmala Kurdî.

Biro her da zanîn ku wan bi nûnerê Amerîkî behsa rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û vegera koçberan li ser cih û warê kirin ku divê Amerîka hem bi aliyê Tirkiyê û hem bi aliyê Rêveberiya Xweser û HSDê re bike, ta ku xelkê wan herêman bi awayekî ewle û aram vegerin bajarên xwe.

Derbarê derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo Efrînê de jî, Biro got, Amerîka û Tirikya li ser derxistina Heyet Tehrîr El-Şam bi temamî ji Efrînê li hev kirine.