PSK û PAK êrîşa li Stenbolê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrîşa li Taksîmê ya Stenbolê şermezar kirin, ku di wê êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.
PSKê derbarê êrîşa bombeyî ya Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hat şermezarkir.
Di daxuyaniya PSKê de tê gotin: “Roja 13.11.2022an li Stenbolê, li Cadeya Îstiklalê teqînek çêbû û di encamê da 6 kesên sivil jiyana xwe winda kirin û dora 80 kes jî birîndar bûn. Em şirîkê êşa wan kesên ku jiyana xwe winda kirine û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Em dizanin ku armanca êrîşên bi vê awayî terorîzekirina rewşa siyasî ye û ev tişt jî xizmeta hêzên tarî û faşist dike ku dixwazin Tirkiyê ber bi qaosê ve bibin.”
PSK diyar dike: “Em carek din nerazîbûna xwe ya li dijî hemû awayên tundûtûjiyê eşkere dikin. Û bangî hemû hêzên demokrat û guherînxwaz dikin ku li hember şidetê dest bidin destê hev û hevkariyê bikin.”
PAK: Em êrîşa terorî ya li gereka Taksîmê ya Stenbolê rûreş dikin
Buroya Çapemenî û Ragihandê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Li Stenbolê, li cadeya Îstîklalê ya gereka Taksîmê, teqîneke bombeyî li dar ketiye. Li gorî agahdariyên ku ji raya giştî re hatine belavkirin, di encama vê teqînê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, 53 kes jî birîndar bûne.”
Herwiha hat diyar kirin: “Em vê êrîşa terorî rûreş dikin. Ruhê qurbaniyan şad, cîhê wan biheşt be. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên vê êrîşê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.”
Duhî li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rûda. Li gorî zanyariyên dawî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.