Sûdanî ligel şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge civiya

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge yên Hêzên Pasevanî yên Herêma Kurdistanê civiya û pesnê qehremanî û qurbaniyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê yên di rûbirûbûna terorîstan de da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge yên Hêzên Pasevanî yên Herêma Kurdistanê civiya û pesnê qehremanî û qurbaniyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê yên di rûbirûbûna terorîstan de da.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro Duşemê 14ê Mijdara 2022yan ragihand, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel Serokerkan Îsa Uzêr û hejmarek ji fermandar û efserên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê civiya.

Li gor daxuyaniyê, şanda Wezareta Pêşmerge tevî pîrozbahiya destbikarkirina Sûdanî, biryar û rêkarên fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê di qabînkirina seqamgîriyê de bilind nirxand.

Mihemed Şiya Sûdanî pesnê rola qehremanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û qurbanîdana wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de daye û diyar kiriye ku çarenûsa Iraqê yekgirtî ye û astengî mezin in, loma pêwîstiya wan bi yekrêzî û hevahengiyeke baş heye li ser biryar û raspardeyên hikûmeta federal.

Herwiha Sûdanî tekezî li ser karnameya kabîneya xwe kiriye ku piştevanîkirina dezgehên ewlehiyê û hêzên çekdar li xwe girtiye, bi mebesta baştir cîbicîkirina erkên xwe ji bo dabînkirina aramî, seqamgîrî û berevanîkirina axa welat.