Li Kerkûkê çar leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin

Li parêzgeha Kerkûkê hejmarek çekdaran êrîş kirin ser xaleke artêşa Iraqê û serê çar leşkerên Iraqê birrîn.

Hewlêr (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê hejmarek çekdaran êrîş kirin ser xaleke artêşa Iraqê û serê çar leşkerên Iraqê birrîn.

Îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan, Rêveberê Nahiya Qerehencîr Avêsta Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, vê sibê hejmarek çekdar li sînorê navbera Qerehencîr û Kerkûkê êrîş kirin ser xaleke artêşa Iraqê û di encamê de çar leşker hatin kuştin.

Derbarê encamdana êrîşê de jî, Rêveberê Nahiya Qerehencîr diyar kir, lêkolîn li ser bûyerê tê kirin û piştre dê encam werin ragihandin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, çar leşkerên bi navên Fîras Kezûm, Amir Nasir, Ehmed Kazim Ebîs û Sefa piştî kuştina wan ji aliyê çekdaran ve serê wan hatine birîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, li piraniya cihan valahiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dirust bûye û piraniya êrîşan li wan cihên ku valahiya ewlehiyê heye têne encamdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam daxwaza tijekirina wan valahiyê dike.