Li Kerkûkê 3 şikeftên DAIŞê hatin teqandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê 3 cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê hatin teqandin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên F-16 yên Iraqî cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li rojavayê Kerkûkê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlekariyê, 3 cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê hatine teqandin.

Ev yek piştî wê tê, roja Çarşemê 4 leşkerê Îraqî di êrîşeke DAIŞê de li rojavayê parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.