Brîtanya hejmarek mûşekên pêşketî dide Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê karwaneke mûşekên Brimstone-2 şand Ukraynayê.

Wezaretê li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” got: “Me karwaneke alîkariyên leşkerî gihandiye Ukraynayê.”

Diyar kir jî, Karwanê ku mûşekên Brimstone-2 tê de bûn, bi firokeyekeyên Hêza Asmanî ya Brîtanyayê ber bi Ukraynayê ve hat şandin.

Destnîşan kir jî, Londonê heta niha nêzîkî hezar mûşekên li dijî firokeyan pêşkêşî artêşa Ukraynayê kirine.

Her wiha got ku mûşekên dijî-firokeyan dikarin armancên asmanî yên wek firokeyên bê firokevan û mûşekên çavdêriyê têk bibin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di 24ê Sibatê de dest pê kir, Yekîtiya Ewropa û welatên rojava jî piştgiriya Ukraynayê dikin û alîkariya madî û leşkerî didin artêşa Ukraynayê.