Tirkiye: Berpirsa îstixbarata PKKê li Şingalê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye radigihîne, di operasyona MÎTê ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê hat kuştin.

Ajansa nûçeyan “Anadolu” belav kir, di operasyona Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê ya bi navê Fatma Onur hat kuştin.

Tirkiye di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê başûrê Kurdistanê gelek operasyon bi riya dronan û hermareke ji berpirsên PKK û YPGê kirine armanc.

Li gor wê ajansa fermî ya Tirkiyê, wan di heyama sê salên borî de nêzîkî 100 berpirsên PKKê li Rojava û Başûrê Kurdistanê kuştine.