Çîroka welatiyekî Sûrî ku hemû malbata wî di êrîşa kîmyewî de hatine kuştin

Di roja qurbaniyên kîmyewî de yek ji malbatên qurbaniyên bordûmana kîmyewî li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê behsa hûrgûliyên roja bordûmanê dike.
Idlib
Idlib

Hewlêr (K24) - Di roja qurbaniyên kîmyewî de yek ji malbatên qurbaniyên bordûmana kîmyewî li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê behsa hûrgûliyên roja bordûmanê dike û dibêje ew roj nayê jibîrkirin û tenê sizakirina kûjeran xwesteka wî ye.

Yek ji qurbaniyên şerê Sûriyê Mihemed Elyûsif çîrokeke êşa mezin bi xwe re hildigre, êşeke temenê wê 5 salan.

Mihemed Elyûsif di sala 2017an de, 32 kes ji malbata wî hatin kuştin, ku rêjîma Sûriyê bi gaza sarîn bajarê Xanşêxûn bordûman kir.

Hûrgûliyên wê rojê nayên jibîrkirin, her dem di bîra Mihemed de ne, lê ji ber ku bobelat mezin e, gotin alîkariya wî nakin.

Mihemed Elyûsif dibêje: “Demijmêr 6-7 bû dema ku firoke 3 caran bajar bordûman kir, min bilez berê xwe da xaniyê me dema ez gihiştim min cîranê me dît rewşa wî xirab bû nikarîbû bersiva min bide, xaniyê me vala bû bi tenê birayê min li erdê bû çavê wî vekirî bûn lê rih têde tinebû.”

Mirov nikare dîmenên mirinan qebûl bike yan jibîr bike, ev ziman halê Mihemed e. Mihemedê ku mîna hemû şahidhalên bûyerê, êşa wî berdewam e û bi taybetî ku hîn jî kujer nehatine sizakirin.

Mihemed Elyûsif dibêje: “Malbata te xelkê te jiyana te bi temamî di yek xulek de çûn ez ji wê demê matmayî mame, gotin bi min re dernakevin, mirov nikare bûyerê bawer bike, nikarim şirove bikim ez nikarim"

Di komkûjiya kîmyewî de li Xanşêxûn, 100 sivîl hatin kuştin, 32 ji wan zarok bûn, ne yekem car bû û ne ya dawî bû ku hêzên rêjîma Sûriyê kîmyewî li dijî sivîlan bi kar anî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê zêdeyî carekê daxwaza sizakirina rêjîma Sûriyê kir, aliyê Sûriyê red dike ku kîmyewî bi kar anîbe. Zimanhalê malbatên qurbaniyan ew e sizakirina kujeran tenê xwesteka wan e.