Bi fermana Mesrûr Barzanî budceyek ji bo perwerdeya Kurdî ya li Kerkûkê hat dabînkirin

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi qasî milyarek û 600 milyon Dînar, pêwîstiyên dibistan û xwendinê li bajarê Kerkûkê hat dabînkirin.

Hewlêr (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo sala xwendinê ya 2022 – 2023an, milyarek û 600 milyon Dînar bo pêwîstiyên perwerdeya Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê hatiye dabînkirin.

Îro Pêncşemê 1ê Kanûna 2022yan, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi qasî milyarek û 600 milyon Dînar, pêwîstiyên dibistan û xwendinê li bajarê Kerkûkê hat dabînkirin.

Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Siweylî ji malpera Fermangeha Medya û Zanyarî re ragihand, ji wê 20 milyar Dînara ku Serokwezîr ji bo kirîna pêwîstiyên navendên xwendinê yên li seranserê Herêma Kurdistanê terxan kiribû, ji bo xwendina Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê milyarek û 600 milyon Dînar hat dabînkirin.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo sala perwerdehiyê ya îsal, çendîn kelûpel û pêwîstiyên xwendekaran ji bo xwendina Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê hatine şandin, herwiha destnîşan kiriye ku salane hemû bernameyên xwendinê ji aliyê depoyên pirtûkan ên Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ve bo depoyên pirtûkan ên li Kerkûkê têne şandin û û piştre bi ser navendên perwerdehiyê de têne dabeşkirin.

Herwiha diyar kiriye, dabînkirina pêwîstî û lêçûnên çalakiyên werzişî û hunerî yên salane û rahênanên perwerdiya Kurdî li Kerkûkê, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve xerciyên wan têne dabînkirin.

Saman Siweylî eşkere kiriye, heta niha 900 mamosteyên perwerdeya Kurdî li parêzgeha Kerkûkê hatine damezrandin, ku mûçeyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne dabînkirin.

Li ser karên nûjenkirina avahiyên dibistanan ên perwerdeya Kurdî ya li parêzgeha Kerkûkê, Saman Siweylî eşkere kiriye, rast e avahiyên dibistanan ser bi Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ne, lê belê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê karên nûjenkirina wan encam dide.