Li kendava Umanê hêzên Amerîkayê rêgirî li keştiyekê kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, li kendava Umanê, rêgirî li keştiyeke tijî çekên serbazî û sotemeniya mûşekan girtine, ku ber bi Yemenê ve diçû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, li kendava Umanê, rêgirî li keştiyeke tijî çekên serbazî û sotemeniya mûşekan girtine, ku ber bi Yemenê ve diçû.

Di daxuyaniya CENTOMê de hatiye eşkerekirin, Hêzên Deryayî yên Artêşa Amerîkayê yên Rojhilata Navîn, rêgirî li keştiyekê kiriye, ku zêdetirî 50 ton çek û cebilxane û sotemeniya mûşekan û pêkhateya maddeya teqînê hilgirtibû û ji Îranê ber bi Yemenê di rê de bû.

Herwiha eşkere kir, ew keştî hatiye pişkinîn û derketiye holê ku ew bar hilgirtiye.

Di nava mehekê de ev cara duyem e ku keştiyên şer ên Amerîkayê rêgirî li şandina çek û keresteya şer bo Yemenê dikin.

Amerîka û welatên hevpeymanên Kendavê, Îranê bi piştevanîkirina Husiyên Yemenê tohmetbar dikin.