Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Berfanbarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî, serdan kiribû.

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir ku di dema karkirina wî de ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kar kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê amaje bi pêwendiyên bihêz ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir, bi taybetî piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya meha Nîsana borî bo Brîtanyayê, ku bû xaleke werçerxanê di pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê her wiha xweşhaliya xwe jî ji bo hêsankarî û hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya welatî wî nîşan da.

Çaksaziyên Kabîneya Nehemîn, giringiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û parastina asayîş, aramî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.