Hêmin Hewramî: Eger çaksaziyên Mesrûr Barzanî nebûya, qewareya Herêma Kurdistanê nedima

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di hevpeyvîneke taybet de bi Kurdistan24ê re, behsa mijarên niha yên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên YNK û PDKê, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

RÛPELE NÛ

Hêmin Hewramî got: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 3 - 6 Mijdara 2022an de kongreya xwe ya 14emîn li dar xist. Di kongreyê de serkirdayetiyek nû hilbijart û biryar da vê kongreyê bike xalake werçerxane di pêwendiyên xwe yên bi partiyên siyasî re û “rûpeleke nşû” veke.

Hêmin Hewramî got jî: Armanca me ji rûpela nû ew e ku em bi hev re rewşa Herêma Kurdistanê diyar bikin û bi hev re nexşerêyekê amade bikin.

ÇAKSAZÎ Û PARASTINA QEWAREYA HERÊMA KURDISTANÊ

Endamê Polîtburoya PDKê got: 500 milyon dolar ji bo Wezareta Darayî tê dayîn û hemû jî ji bo mûçeyan tê terxankirin, tevî wê jî pêwîstiya hikûmetê bi 620 milyon dolarî ji bo mûçeyan heye, kêmasiya wê jî ji dahata neneftî tê dabînkirin.

Herwiha got: Birêz Mesrûr Barzanî çendîn çaksaziyên rîşeyî pêk anîne û xerciyên hikûmetê ji 240 milyon dolaran daxistiye 60 milyon dolaran. Her wiha dahata petrolê ku berê ji sedî 23 vedigeriya Wezareta Darayî, niha ji sedî 43 vedigere Wezareta Darayî û bêyî komkirina bac û risûmatan û bêyî ku ti bacekê zêde bike, dahat birêk xist.”

Hemin Hewramî tekez kir: Eger ne ji çaksaziyên Mesrûr Barzanî bûya, tiştek bi navê qewareya Herêma Kurdistanê nedima.

Her wiha got: “Baweriya me bi karkirina hevbeş heye, baweriya me bi birayên mezin û birayên biçûk nîne, li pêşiya çaksaziyê em wek hev in, divê berpirsyarî jî were hilgirtin, lê mixabin di dahata navxwe ya Silêmaniyê de şefafiyek nîne.

DAHATA DERIYÊN SÎNORÎ

Hêmin Hewramî diyar kir, ji deriyên sînorî yên Hewlêr û Duhokê % 68ê dahatê tê komkirin, lê tenê % 32 ê dahatê ji Silêmaniyê tê vegerandin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza çaksaziyan ji bo zêdekirina dahatê û nehiştina qaçaxçîtiyê kir, ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku hêzeke hevbeş a Wezareta Navxwe û Pêşmerge di bin desthilata Cîgirê Serokwezîr de were avakirin. Lê hinek endamên YNKê ji me re gotin ku ew hêz nikare derbasî deriyên sînorî yên Silêmaniyê bibe.

PARLAMENTO

Hêmin Hewramî got: Parlamentoya Kurdistanê ji ber astengiyên li pêş hilbijartinên giştî, temenê xwe ji bo saleke din dirêj kir û hilbijartina jî ji bo salekê hat paşxistin.

Got jî: Pêwîstiyên serekî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, sererastkirina yasaya komîsyonê, jinûve aktîfkirina komîsyonê, sererastkirina yasaya hilbijartinan, pêşdaçûna bi tomara dengderan, amadekirina zemîneya hilbijartinan e, lê ji van ti gav jî nehatine avêtin.

Hêmin Hewramî teqez kir ku tenê PDKê natirse ku biçe nava hilbijartineke nû û ew niha ji hilbijartinan re amade ne.

Hewrwamî got: Bila Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya ku piraniya wê ji PDK'ê ne ji nû ve bê aktîfkirin, qeyda dengdêran a Iraqê bîne, her tiştê ji bo şefafiyê pêwîst be bê kirin, yasaya hilbijartinê were sererastkirin, di sê hefteyan de astengiyên yasayî nemînin, ji bo di destpêka sala bê de yasa were sererastkirin û Serokê Herêma Kurditanê roja 1'ê Adarê ji bo hilbijartinan diyar bike.

KÊLGEHA GAZÊ KORMOR

Derbarê kêlgeha gazê ya Kormorê de, Endamê Polîtburoya PDKê got: “Mixabin hinek rayedarên navçeyê daxwaza pişkê jê dikin, ev mijar bi jêrxaneya aborî ve girêdayî ye, petrol û gaz milkê Herêma Kurdistanê ye.

Got jî: Ji sedî 94 ê hinardekirina petrolê ji Hewlêr û Duhokê tê, eger em gazê bidin santralên elektrîkê dê 1250 megawatt din jî berhemanîna elektrîkê zêde bibe. Ew ên rêgiriyê dikin ku gaz negihe santralên elektrîkê, mehane ziyana 90 milyon dolar digihînin hikûmetê.

Di dawiya hevpeyvînê de Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî tekez li ser wê yekê kir ku PDK ji diyalog û çareserkirina pirsgirêkan re vekirî ye.