Rêxistinên mafên mirovan: Çekdaran bi neheqî cezaya bidarvekirinê li 4 Efrîniyan birîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek rêxistinên Mafên Mirovan belav kirin, dadgeha leşkerî li bajarê Ezazê ya ser bi grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve, bi tometên çêkirî cezaya bidarvekirinê li 4 Kurdên Efrînê birîne û bang li rêxistinên mirovî û yasayî kir, dawî li vê şanoya xapînok bînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berî çend rojan di raportekê de belav kir, dadgeha leşkerî li bajarê Ezazê di destpêka meha Berfanbarê de, cezaya bidarvekirinê li ser çar welatiyên sivîl ên Efrînê Ednan Şêx Ehmed (56 salî), Ehmed Şêx Ehmed (30 salî), Egîd Mûşo (30 salî) û Fethî Hesen (37 salî) biriye.

Saziya Êzidîna jî destnîşan kir jî, tawana çêkirî ya ew çar sivîl pê ên tometbarkirin, avakirina şaneyeke girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kuştina endamekî grûpa çekdar “Sultan Murad” ê bi navê Mihemed El-Mubarek e.

Da zanîn jî, Mihemed El-Mubarek ji bajarê Humsê ye û roja 5ê Hezîrana 2020an bi çend guleyan di nav otomobîla xwe de li ser rêya di navbera bajarê Efrînê û bajarokê Şara de hatibû kuştin.

Li gorî zanyariyên Saziya Êzidîna, ew 4 girtî niha li Girtîgeha Navendî ya Efrînê ne, ku bi navê Girtîgeha Murta tê naskirin.

Saziya Êzidîna hûrgiliyên bûyerê diyar kirin û got: “Çekdarên grûpa Sultan Murad li ser fermana berpirsê wê grûpên yê li gundê Qurt Qulaqa Mazin, Enwer Omer ligel fermandarekî din ê wê grûpên yê bi navê Erab Idrîs, ew tomet ji wan her 4 kesên sivîl re çêkirine, bi armanca veşartina kiryarên xwe yên dizî, sextekarî û tirsandina sivîlan.

Destnîşan kir jî, çekdarên Sultan Murad di navbera 11 û 15ê Tebaxa 2021ê de li gundê Qurt Qulaq ê Mezin gelek hilmetên girtinê li dijî gundiyan pêk anîn, di nav wan de jî 4 girtiyên ku bi cezayê bidavekirinê li wan hatiye birîn.

Ji aliyê xwe ve, Navenda belgekirina Binpêkirinan ragihand, ti dadgeheke dadwerane ji van girtiyan re nehatiye kirin û rê ji bo nehat dayîn ku parêzer berevaniyê di ber wan de bikin, her wiha ev girtî ji roja girtinê û heta roja dadgehkirinê rê ji bo malbata wan nehat dayîn ku serdana wan bikin.

Saziya Êzidîna amaje bi wê yekê dike, binpêkirinên çekdarên opozîsyonê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve li dijî welatiyên bajarê Efrînê, di çarçoveya çewsandina xelkê Kurd ên bajêr mayî, bi armanca koçberkirina wan û bicihkirina koçber û malbatên çekdaran di malên wan de, ji bo cibicîkirina siyaseta guhertina demografîka herêmê ye ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plankirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bang li saziyên navdewletî yên pêwendîdar bi mafên mirovan û hemû rêxistinên mafên mirovan û yasayî dike ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê û hikûmeta wê ya demkî bikin, da ku dev ji fêlbazî û bêbextiyên xapînok berdin û lêpirsîn bi fermandarên leşkerî yên ku biryarên dadwerî derdixin re bêne kirin.