Seroka Hungaryayê gihîşte Hewlêrê

Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak îro Înê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak îro Înê 9ê Kanûna 2022yan gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Biryar e piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Hungaryayê Katalin Novak serdana Bertile û Tilisqofê bike û li wê derê dibistanekê veke.

Her di vê çarçoveyê de, sibe Şemiyê 10ê Kanûna 2022yan, Katalin Novak dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive û bi hev re dibistaneke nû li navçeya Enkawa vekin.

Ev serdana Katalin Novak, serdana yekem a serokeke Hungaryayê bo Herêma Kurdistanê ye.

Katalin Novak di 10ê Gulana 2022yan de wek yekem jin di dîroka Hungaryayê de wek serokomar hat hilbijartin û bû seroka herî ciwan a welatê xwe ku 44 salî ye.