DAIŞê li navçeyeke ser bi parêzgeha Selahedîn êrîş kir

Li bajarokê Tul El Bac a ser bi navêeya Şergat a li parêzgeha Selahedîn, çekdarên DAIŞê êrîşî baxê welatiyekî bi navê Suheyl Necm Şemerî kir û şer û pevçûneke tund rûda.

Kerkûk (K24) – Li bajarokê Tul El Bac a ser bi navçeya Şergat a li parêzgeha Selahedîn, çekdarên DAIŞê êrîşî baxê welatiyekî bi navê Suheyl Necm Şemerî kir û şer û pevçûneke tund rûda.

Derbarê bûyerê de, Şêwirmendê Parêzgarê Selahedîn bo Karûbarên Asayîş û Serbazî Kawe Şêxabî ji Kurdistan24ê re ragihand, êrîşkar çekdarên DAIŞê bûn hejmara wan pênc kes bû.

Kawe Şêxabî eşkere kir, çekdarên DAIŞê ji bo kuştina welatiyekî hatibûn ku baxekî wî li wî bajarokî heye, piştî agahdarbûna wan, şerekî tund rûda û xelkê bajarok gihîştin hawara wî, di encamê de pênc çekdarên DAIŞê hatin kuştin û welatiyê bi navê Suheyl di nav otomobîla xwe de bi gulleya RPG hat kuştin.

Herwiha eşkere kir, niha hêzên ewlehiyê navçe dorpêç kirine û derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.