Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 kes revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belava kir, çekdarên grûpa “Polîsa Azad” roja 7ê Berfanbara 2022an, kesek bi navê Omer Reşîd Çîlo ji gundê Sariya yê ser bi navçeya Mabeta ve revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, heman grûpê kesekî bi navê Sayim Nûrî Oso ji gundê Çençelya yê li navçeya Raco revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha hejmarek ji wan hîna revandî ne.