Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinan di pêgehandina jinên serkirde de roleke wê ya diyar û pêşeng hebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, roleke diyar û pêşeng a Yekîtiya Jinan di pêgehandina gelek rêveberên jin de hebû.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li Sekreter, Nivîsgeha Sekreteriyê, Encûmena Bilind û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê di têkoşîna wan a rêxistinî de ji bo parastina mafên jinan dixwazim.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir jî: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de, bi taybetî di warê parastina mafên rewa yên jinên Kurd, azadî û wekheviyê de, xwedî dîrokeke serwer e û roleke wê ya diyar û pêşeng di pêgehandina gelek pêşengên jin de hebûye.”

Cîgirê Serokê PDKê dibêje: “Bi vê boneyê, em têkoşîna bêwestan a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bilind dinirxînin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîn, xebat û çalakiyên wan û parastina mafên jinan dubare dikin.”