Yekîtiya Ewropayê du milyar Euro ji bo Ukraynayê terxan kir

Yekîtiya Ewropayê biryar da, du milyar Euro ji bo pirçekkirina artêşa Ukraynayê terxan bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê biryar da, du milyar Euro ji bo pirçekkirina artêşa Ukraynayê terxan bike.

Îro Duşemê 12ê Berfanbara 2022yan, Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe de biryar da, pereyên zêdetir terxan bike, da ku sindoqa darayî ya pirçekkirina Ukraynayê bikare çek û cebilxaneyên zêdetir ji bo artêşa welatê xwe dabîn bike, ku niha li dijî artêşa Rûsyayê di şer de ye.

Ev budceya ku 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dabîn kirine, biryar e heta 2027an berdewam be.

Berpirsê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell ragihand, Yekîtiya Ewropayê pabendî wê yekê ye ku piştevaniya serbazî bo Ukraynayê û hevbeşên xwe yên din bike.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kir û heta niha jî berdewam e.