Li Diyala û Selahedîn veşargehên DAIŞê hatin bombebarankirin

Firokeyên şer ên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li Diyala û Selahedîn kirin armanc û hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Firokeyên şer ên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li Diyala û Selahedîn kirin armanc û hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, firokeyên F-16 veşargehên DAIŞê li nahiya Qeretepe ya li Diyala kirin armanca û çar çekdarên di nav veşargehên de hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve, jêderekî ewlehiyê li ser vê mijarê ragihand, hêzên asmanî yên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li derdora gola Hemrînê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm sê çekdar hatin kuştin.

Herwiha eşkere kir ku bombebaran gelek bi hûrgilî bi ser armancan de hatine encamdan.