Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 14ê Berfanbarê, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 14ê Berfanbarê, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê û bernameya wezarî ya hikûmetê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku keşeke erênî pêk hatiye ji bo çareserkirina kêşeyan û ew hêvîdar in rizamendiya li ser şandina pişka Herêmê ji bo mehên 11 û 12, bibe pêngavek ber bi gihîştina rêkeftina li ser çareserkirina kêşeyên girêdayî budce û petrol û gaz û navçeyên kêşe li ser û mijarên din.

Di beşeke din a civînê de, gotûbêj li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê ji bo bazarên Brîtanya û Ewropayê bi giştî hat kirin.

Girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê û derçûna milîs û hêzên çekdar ên neyasayî, beşeke din a gotûbêjan bû.