Nûşîrevan Elçî: Li Tirkiyê li hember zimanê Kurdî bêtehemûlî heye

Serşewirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nûşîrevan Elçî derbarê qutkirina axaftina bi zimanê Kurdî ya dayîkekê li televîzyoneke taybet a Tirkiyê, bertek nîşan da.
Serşewirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nûşîrevan Elçî
Serşewirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nûşîrevan Elçî

Diyarbekir (K24) – Serşewirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nûşîrevan Elçî derbarê qutkirina axaftina bi zimanê Kurdî ya dayîkekê li televîzyoneke taybet a Tirkiyê, bertek nîşan da û diyar kir ku mixabin li Tirkiyê ji berê ve, nêrînek wisa li dijî zimanê Kurdî heye û got ku bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî berdewam e.

Nûşîrevan Elçî ji K24ê re diyar kir: “Mixabin ji berê ve li Tirkiyê li hember zimanê Kurdî bêtehemûlî heye. Divê were zanîn ku bi sansurkirina zimanê Kurdî ev ziman ji holê ranabe.”

Elçî destnîşan kir: “Birêz Serokomar jî strana Bîngol şewitî dibêje û kanala fermî ya Kurdî heye û di zankoyan de beşên Kurdî hene, lê li gel van hîn jî bêtehemûlî li hember zimanê Kurdî heye.”

Derbarê endambûna Partiya Komarî ya Gel (CHP) de jî eşkere kir: “Sedema cihgirtina min a di nav CHPê de ew e ku Birêz Kiliçdaroglu li ser çareserkirina pirsa Kurd helwest nîşan dide û ez hêvî dikim dê rojên pêş de CHP derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyên wêrektir bide.”