Li Diyarbekirê polîsan avêtin ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir polîsan ji ber daliqandina Ala Kurdistanê, avêtin ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Hereketa Azadî.

Peyamnêrê me li Diyarbekirê da zanî, polîsan Alayên Kurdistanê yên li şaneşînan ve daliqandî û alayên li hûndir kom kirin. Lêgerîna polîsan berdewam dike.

Ev yek piştî wê tê, partî û rêxsitinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê pêr 17ê Berfanbarê di roja Ala Kurdistanê de, balkonên xwe bi Ala Kurdistanê xemilandin.

Di 17’ê Berfenbarê roja Ala Kurdistanê de, partî û rêxistinên ku li bakûr siyaset dikin jî, Ala Kurdistanê bi balkonên xwe ve berba kirin û ragihandin ku Ala Kurdistanê semboleke pîroz a gelê Kurd e û divê hemû Kurd bi wê zanînê di bin banê wê de yekîtiya xwe pêk bînin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.