Nasname û pirsgirêkên Kirmanckî di panelekê de hatin gotûbêjkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DERê, bi panelîstiya lêkolîner û zimanzanê Kurd Dr. M. Malmîsanij, nivîskar û hiqûqnasan gotebêjek li ser nasname û pirsgirêkên zaravayê Kirmanckî (Zazakî) lidar xist. Di panelê de bersîva hewldanên ku dibêjin: ‘Kirmanc ne Kurd in’ hat dayîn û bal hat kişandin ku kêşeya ziman ji bo Kurdên li Bakur kêşyeke mezin e û heta ku dewleteka Kurdan an jî statuya siyasî çê nebe jî ew metirsî her biçe dê mezintir bibe.

Li Diyarbekirê di panel ango Gotebêja ku ji aliyê Med-Derê ve hat lidarxistin de, nivîskar, lêkolîner, hiqûqnas û zimanzanên Kurd, bal kişandin ku Kirmanc jî wek Kurmanc, Soran û Goran bi çand, ax, dîrok û Ala xwe ve, pêkhateyeke nasnameya Kurd û Kurdistanê ne û di serhildanên dawî de yên ku ji bo Kurd û Kurdistanê hatine kirin de jî, Şêx Seîd û Seyîd Riza pêşangên wan serhildanan e.

Hevserokê Med-Derê nivîskar Rifat Ronî ji K24ê re got: “Di hemû serhildanên Kurdan de, çi di serhildana Şêx Seîdê Kal de, çi jî di serhildana Dêrsîmê de, Kurdan ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşîn dane û serîhildan kirine. Zazayan an jî Kurdên me yên ku bi Zazakî yan jî Kirmanckî diaxifîn, ji bo Zazaîstanê yan jî dewleteke din serhildan nekirin û têkoşîn nedan. Tenê ji bo Kurdistanê li ber xwe dane, têkoşîn û serhildanan kirine. Ev jî wê angaştê û wê hewldana dewleta Tirkiyê pûç derdixe.”

Di panelê de bal hat kişandin ku qedexeya ziman dibe sedema tunebûna nasnameyên miletan û xelasiya zimanan jî wek mifteya rizgariya gel û miletan hat nirxandin. Loma jî hişyarî hat dayîn ku polîtîqayên Tirkiyê zimanê Kurdî wek fermî tune dibîne û wisa jî qesta  têkbirina gelê Kurd tê kirin.

Dr. M. Malmîsanij dibêje: “Zazakî wek zaraveyeke Kurdî, hem kêm hatiye nivîsîn, hem jî her ku diçe axîverên wê zêdetir kêm dibin. Li Kurdistan a Bakur bi giştî axîverên Kurdî kêm dibin. Lê yên vê lehçeyê hîn kêmtir dibin. Loma jî çi ji destên me tê çi Kurdmanc û çi Kirmanc divê em ji bo vê lehçeyê û vejîn û jîyandina wê bikin.”

Di gotebêjê de bal hat kişandin ku li Tirkiyê, bi avakirina kanalên medyayî, hewla ku Kirmancî, ji Kurdî cuda nîşan bidin, lê li alîyê din jî derfet û hewldanên Kurdan yên ji bo Kurdî û bi taybet jî zaravayê Kirmancî kêm in. Dîsa statuya siyasî û hebûna dewleteke Kurd jî ji bo parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî girîng hat nirxandin.