HPG aşkere dike ku 11 gerîlayên din bi çekê kîmyayî canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Parastina Gel (HPG) radigihîne, di encama êrîşeke bi çekê qedexe de, 11 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê eşkere kir, arteşa Tirkiyê roja 5ê Mijdarê de li gundê Sacayê ya girêdayî nahiyeya Şêladizê, çekê qedexe avêtiye tûnelekê ku gerîlayên wan tê de bûn û di encama êrîşê de 11 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

HPG diyar dike, gûman tê de nîne ku gerîlayên wan bi çekê qedexe hatine kuştin û dîmênên wan 11 gerîlayan jî hatine girtin. Ew amade ne wan dîmenan radestî saziyên pêwendîdar bikin û ta ku şandek ji bo lêkolînkirina bûyerê serdana gundê Sacayê bike.

Destnîşan kir jî, Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê di bin fermandariya Hulusî Akar de, eşkere kir ku ew gerîla di şer de hatine kuştin, lê derew kiriye û hewl daye sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre.

Roja Sêşemê 18ê Cotmeha 2022an, Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir û got ku ew di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi çekên kîmyayî de hatine kuştin.

Li ser gotegotên bikaranîna çekê kîmyayî li Zapê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, karvedanên tund derketin û Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş ragihand, bikaranîna çekên kîmyayî dijî mirovan tawan e û divê ev tawan bê lêkolînkirin û ji bo zelalkirina bûyerê, divê şandeke serbixwe ya navnetewî serdana cihê bikaranîna çekên kîmyawî bike, bûyerê lêkolîn bike.

Seroka Yekîtiya Pijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci jî di bernameyekê de gotibû, “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr a ku sîstema hêrsê têk dide hatiye bikaranîn. Gelek cûreyên çekên kîmyewî hene. Her çiqas bikaranîna wan hatibe qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar li dijî tohmetên bikaranîna çekê qedexe gotibû, di destê Arteşa Tirkiyeyê de çi çekê ku yasa û peymanên navnetewî qedexe kirine nîne.