Serok Barzanî sersaxî li malbata Prof. Dr. Azad Ubêd Salih kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Prof. Dr. Azad Ubêd Salih arasteyî malbat û kesûkar û hevalên wî kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Prof. Dr. Azad Ubêd Salih arasteyî malbat û kesûkar û hevalên wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Min bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dîroknasê navdar ê Kurd û mamosteyê beşa dîrokê ya Fakulteya Adabê ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Azad Ubêd bihîst.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Min bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dîroknasê navdar ê Kurd û mamosteyê beşa dîrokê ya Fakulteya Adabê ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Azad Ubêd bihîst.

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost û hevalên Prof. Dr. Azad Ubêd û mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selahedînê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, giyanê rehmetî Prof. Dr. Azad Ubêd bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

27ê Berfanbara 2022yan