Putin li gor salnameya rojhilat jidayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz dike

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dimitri Peskov ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îşev di merasîma jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de amade dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dimitri Peskov ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îşev di merasîma jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de amade dibe.

Dimitri Peskov diyar kir, li gor adetên xwe, Putin serdana yek ji navçeyan dike û diçe dêrê, da ku beşdarî ahenga jidayîkbûna Îsa Mesîh bike.

Peskov eşkere kir, Putin li gor mezheba Ortodoks û li ser bingeha salnameya rojhilat, li dêreke derdora Moskowê roja jidayîkbûnê pîroz dike.

Li gor salnameya rojhilat ku mezheba Ortodosk bawer dike, şeva 7ê Çileyê, Hezretî Îsa Mesîh jidayîk bûye, mezheba Katolîk jî di wê baweriyê de ye ku di 25ê Berfanbarê de jidayîk bûye.

Di vê çarçoveyê de, Vladimir Putin ji bo pîrozkirina roja jidayîkbûna Îsa Mesîh û cudakirina vê bîranînê ji welatên rojava, biryar da ku li Ukraynayê agirbest ragihîne.