Li Duhokê termê xortekî di otomobîlekê de hat dîtin

Li komelgeha Domîz a ser bi parêzgeha Duhokê, termê xortekî 23 salî di otomobîlekê de bi kuştî hat dîtin, malbata wî dibêje, kurê wan ji duh ve winda bû.

Duhok (K24) – Li komelgeha Domîz a ser bi parêzgeha Duhokê, termê xortekî 23 salî di otomobîlekê de bi kuştî hat dîtin, malbata wî dibêje, kurê wan ji duh ve winda bû.

Îro Şemiyê 7ê Çileya 2023an, termê xortekî 23 salî yê bi navê Nezar Ferhad Husên li gundê Bazelanî yê ser bi komelgeha Domîz a ser bi parêzgeha Duhokê di nav otomobîla xwe de hat dîtin.

Li gor gotina malbata Nezar Ferhad Husên, kurê wan ji şeva duh ve winda bû vê sibê termê wî di nav otomobîla wî de hat dîtin.

Malbata xortê 23 salî eşkere kir, Nezar bi demançeyê dawî li jiyana xwe aniye û heta niha sedema xwekuştina wî eşkere nebûye.