Li Herêma Kurdistanê 37 hezar karkerên biyanî kar dikin

Hejmara karkerên biyanî yên li Herêma Kurdistanê zêdetirî 37 hezar karker e, ku piraniya wan karkerên li Kurdistanê kar dikin, zewicî ne.

Hewlêr (K24) - Hejmara karkerên biyanî yên li Herêma Kurdistanê zêdetirî 37 hezar karker e, ku piraniya wan karkerên li Kurdistanê kar dikin, zewicî ne.

Li gorî amarên Rêxistina Rewşenbîrî û Parastina Karkerên Biyanî, hejmara karkerên biyanî yên ku di sala 2022an de li Kurdistanê canê xwe ji dest dane 13 karker e, ku piraniya wan piştî wergirtina razîbûna malbatên xwe, li Kurdistanê hatine binaxkirin.

Herî dawî karkerê biyanî yê ku li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da Dewur Eskan yê 41 salî ye ku welatiyê Ganayê ye û 4 sal in li Silêmaniyê kar dikir, dayika 4 zarokan piştî hefteyekê di bin çavdêriya bijîşkî de jiyana xwe ji dest da û li ser daxwaza malbata wê, biryar hat dayîn ku li Kurdistanê bi xakê were spartin.