Wezîra Koçberan a YEyê bo K24: Em ê îsal sînoran bihêztir bikin

Piştî sala nû, îro yekem civîna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê birêve çû, ku tê de dosyeya koçberan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Komîsyara Bilind a Karûbarên Koçberan a li Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson
Komîsyara Bilind a Karûbarên Koçberan a li Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson

Bruksel (K24) – Piştî sala nû, îro yekem civîna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê birêve çû, ku tê de dosyeya koçberan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Komîsyara Bilind a Karûbarên Koçberan a li Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson ku wek Wezîra Koçberan a Yekîtiya Ewropayê tê nasîn, ji Kurdistan24ê re bername û plana xwe ji bo koçberan eşkere kir.

Ylva Johansson ragihand: “Em ê îsal bi giştî sînoran bihêztir bikin û derî ji bo koçberên Ukraynî dê vekirî bimînin.”

Johansson eşkere kir, ew bawer dikin welatê Swêdê ku şeş mehên destpêkê yên îsal serokatiya Yekîtiya Ewropayê dike, di warê çareserkirina qeyrana koçberan de dê serkeftî bibe.

Li gor amarên Koç û Koçberan a Yekîtiya Ewropayê, di sala 2022an de zêdetirî 186 hezar koçber gihîştine Ewropayê û 2256 koçber jî canê xwe ji dest dane.