Iraqê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li çend parêzgehan bi dehan çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzan wan zincîreyek operasyon li parêzgehên ku DAIŞ lê çalak e kirin û di encamê de 32 çekdarên DAIŞê desteser kirin ku di nav wan de hejmarek ji serkirdeyan heye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon li parêzgehên Bexda, Neynewa, Enbar, Kerkûk û Diyalayê hatine kirin û dosyeyên girtiyan bo dadgehê hatine şandin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Hewalgiriya Leşkerî ragihand, hêzên wan di karîn operasyonekê de duyem berpirsa jin a Dîwana Hisbe ya DAIŞ li navçeya Zabê ya li parêzgeha Kerkûkê desteser bikin û radestî aliyên pêwendîdar bikin.