Fewzî Herîrî: Serokê Herêmê dê di nav du mehên bê de roja hilbijartinan diyar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro Duşemê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê dê di heyama du mehên bê de roja Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

Herîrî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji rojnamevanan re got: “Em weke Serokatiya Herêma Kurdistanê, erkê me yê yasayî ye ku roja helbijartinan diyar bikin û Serokê Herêmê jî dê di nava du mehên bê de roja hilbijartinê diyar bike.”

Got jî: Erkê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din ên siyasî ye ku nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, çi di warê yasaya hilbijartinan de û çi yên din.

Li Herêma Kurdistanê ku ji çar parêzgehan pêk tê, gengeşiyeke mezin li ser yasaya hilbijartinan heye, hêzên siyasî jî banga sererastkirina wê yasayê dikin.

Di sala 2013an de li Herêma Kurdistanê yasaya hilbijartinan hat pesendkirin û tê de tê gotin ku herêm yek bazne ye, lê hinek hêz dixwazin yasayê sererast bikin û Herêmê bikin çar bazneyan.