Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Grûpeke terorîst hat desteserkirin

Plana wan hebûye bi rêya bombeyên vedayî kiryarên terorîstî û teqînan encam bidin.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, grûpeke terorîst a ser bi PKKê hatiye desteserkirin ku plana wan hebûye bi rêya bombeyên vedayî kiryarên terorîstî û teqînan encam bidin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat eşkerekirin: “Di hewldanên berdewam ên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de ji bo aramî û asayîşa welatiyan û Herêma Kurdistanê, hêzên Encûmena Asayîşê roja 6ê Çileya 2023an de li sînorê parêzgeha Duhokê karîne grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser bikin, ku du kesên bi navên Hêmin Yûsif Xidir, bi nasnavê Heval Andok, Ehmed Şemo Semîr ligel sê bombeyan û herwiha şofêrê taksiyê jî desteser kirin ku bombe veguhestine.”

Hat ragihandin: “Di encama lêkolîna derbarê terorîstên desteserkirî de derket holê ku bi rêya berpirsekî îstixbarata PKKê yê bi navê Nacî Hecî Bedel, bi nasnavê Rojhat, hatiye raspartin ku çavdêriya wesayîtên serbazî û kesayetên olî û civakî û siyasî bikin, bi mebesta encamdana kiryarên terorîstî û teqînên li kampên Şarya, Bêrsivê, Kebertû û Şêxan ên li parêzgeha Duhokê, ku piştî êrîşên terorîstên DAIŞê, xwişk û birayên Êzidî yên qezaya Şingalê tê de niştecî ne û ji ber neseqamgîriya asayîş û xweferzkirina grûpên neyasayî û PKKê yên li Şingalê, venegeriyane warê xwe yê resen.”