Serokê berê yê Katalonyayê bo K24: Ez ji referandûmê poşman nebûme

Dadgeha Bilind a Ewropayê îro biryarek di berjewendiya Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont de pesend kir, ku li gor biryarê, hikûmeta Îspanyayê ti car nikare Puigdemont desteser bike.

Bruksel (K24) – Dadgeha Bilind a Ewropayê îro biryarek di berjewendiya Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont de pesend kir, ku li gor biryarê, hikûmeta Îspanyayê ti car nikare Puigdemont desteser bike.

Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont di konferanseke rojnamevaniyê de ji Kurdistan24ê re ragihand, her dem baweriya wî bi referandûma serxwebûnê ya Herêma Katalonyayê heye, ji ber ku li gor yasayên navdewletî mafê hemû gelan e.

Sala 2017an, Carles Puigdemont referandûma serxwebûnê ji bo Herêma Katalonyayê encam da, da ku ji Îspanyayê cuda bibin.

Piştre hikûmeta Îspanyayê fermana desteserkirina Puigdemont da, lê belê wî welatê xwe bi cih hişt û li Belçîkayê niştecî bû, dûvre desthilatdarên Îspanyayê ji hikûmeta Belçîkayê daxwaz kir ku Carles Puigdemont wek tawanbarek radestî Îspanyayê bike.

Îro Dadgeha Bilind a Ewropayê, ku li temamê Ewropayê desthilata herî bilind a dadwerî ye û 15 dadwer tê de endam in, biryar da ku ti car nabe Serokê berê yê Herêma Katalonyayê were desteserkirin.