Demîrtaş: Metina Lihevhatinê ya Maseya Şeşalî ji bo Kurd, Elewî, jin û kedkaran tiştekî nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahettîn Demîrtaş rexne li Metina Lihevhatinê ya Polîtîkayên Hevbeş ya Maseya Şeşalî digre û dibêje, ji bo Kurd, Elewî, jin û kedkaran tiştek tê de nîne.

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş ku zêdetirî şeş sal û sê mehan ne di zîndanê de ye, bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên kanaleke Tirkiyeyê da. Demîrtaş got, ew Metina Lihevhatinê ya Polîtîkayên Hevbeş ya şeş partiyên opozîsyonê giring dibînin ku keda sedan kesan tê de heye.

Demîrtaş got, gelê Kurd heye û mafên wan yên giştî hene, çima di Metina Lihevhatinê de li ser vê tiştekî nehatiye gotin.

Demîrtaş got, aliyên opozîsyonê dixwazin dewleta ku ji aliyê Erdogan ve hatiye têkdan, pîne bikin, lê pirsgirêk ne pînekirina dewletê ye. Divê demokrasî, maf û azadî bên pêşxistin. 

Serokên Partiyên Maseya Şeşalî bi bernameyekê Metina Lihevhatinê ya Polîtîkayên Hevbeş ragihandin. Metina lihevkirinê piştî 11 civînan hat amadekirin. Di metinê de xala ku tê rexnekirin ew e, ku ji 240 rûpelan pêk tê, behsa 2300 proje, armanc û polîtîkayan dike, lê qet peyva Kurd tê de derbas nabe.

Derbarê vê mijarê de akademîsyen balê dikêşin ku partiyên wek CHP û Îyî Partî polîtîkayên Maseya Şeşalî diyar dikin û ew herdu partî jî ji pirsgirêkên civakê zêdetir pirsgirêkên dewletê de re mijul dibin ku yek ji wan neteweperest e û ya din jî ji xwe damezrênera Komara Tirkiyeyê dibîne.