Konsula nû ya Brîtanyayê bo K24ê behsa çend mijarên girîng dike

“Ez dixwazim pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bikim ji bo serkeftina wan di hinardekirina berhemên hinar bo welatên Kendavê.”
Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave
Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave

Hewlêr (K24) - Brîtanya pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike ji ber serkeftina wan di hinardekirina hinarên Kurdistanê bo bazarên welatên Kendavê.

Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, ku dê heftiya bê belav bibe, di yekemîn beşdariya xwe ya di medyaya Kurdî de, bal kişand ser çend mijarên girêdayî pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê û piştevaniya Brîtanyayê bo bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariyên welatê xwe di warê ewlehî, perwerde û aborî de.

Rosy Cave di hevpeyvînê de ragihand: “Ez dixwazim pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bikim ji bo serkeftina wan di hinardekirina berhemên hinar bo welatên Kendavê.”

Derbarê peywendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de jî, Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku mijara hinardekirina berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê li bazarên Brîtanyayê li gel hikûmeta wî welatî hatiye axaftin, her weke beriya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, ji bo dîtina bazarên nû li welatên Ewropa û cîhanê ji bo firotina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê dixebitin.

Herwiha Rosy Cave got: “Em gelek ji nêzîk ve li gel berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta Brîtanya kar dikin ji bo dîtina rêyekê bo berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê bigihînin bazara Brîtanyayê.”

Di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina dahatê û firotina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê li bazarên derve, weke destpêka projeyeke berfireh, berhemên hinar ên navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bo çar welatên Kendavê hatin hinardekirin.

Piştî ku li bazarên Erebistana Siûdî, Behreyn, Îmarat û Qeterê pêşwaziya baş ji berhemên hinarê yên Kurdistanê hat kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku di demeke nêzîk de sêv, tirî û hingiv jî hinardeyî bazarên derveyî welat bike.