Çînê rexneyên tund li Amerîkayê girt

Çîn rexneyên tund li Amerîkayê digre û radigihîne, xistina xwarê ya balonê refateke çaverêkirî nebû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çîn rexneyên tund li Amerîkayê digre û radigihîne, xistina xwarê ya balonê refateke çaverêkirî nebû.

Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniyekê de rexneyên tund li Amerîkayê kir û ragihand, ew nerazîbûna xwe li hember bikaranîna hêzê û êrîşkirina ser balona sivîl a welatê xwe nîşan didin, ji ber ku beriya niha ji Washingtonê re eşkere kirine ku ew balon baloneke sivîl e û ji bo lêkolînên keş û hewayê hatiye firandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Amerîkayê bi xistina xwarê ya balonê, karekî zêdegavî û binpêkirineke navdewletî kiriye, li hember vê yekê, bersivdana Amerîkayê wek mafê xwe dibînin.

Şeva borî, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê bi rêya firokeyên şer ve, li peravên Karolînaya Başûr a li Deryaya Atlasê, baloneke Çînî xiste xwarê, ku roja Înê desthilatdarên Amerîkayê ragihandibû, baloneke sîxûrî ya Çînê li esmanê bajarê Montana hatiye dîtin, ku cihekî hestyar a Amerîkayê ye û çendîn baregehên serbazî yên çêkirina mûşekên balîstîk li wê derê ne.