Serbest Lezgîn: PDKê biryar daye ku îsal hilbijartin were kirin

"Polîtburoya PDKê û Serok Barzanî biryar dane ku hemû hewldan werin kirin, da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nava îsal de were encamdan."

Hewlêr (K24) – Berpirsê Ofîsa Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn ragihand, Polîtburoya PDKê û Serok Barzanî biryar dane ku hemû hewldan werin kirin, da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nava îsal de were encamdan.

Serbest Lezgîn îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de axivî.

Lezgîn eşkere kir: “Polîtburoya PDKê û Serok Barzanî biryar dane, hemû hewldan werin kirin, da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nava îsal de were encamdan.”

Li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Serbest Lezgîn herwiha destnîşan kir, "dibe ku hinek alî" wek PDK cidî nebin ji bo çareserkirina kêşeyan û dirustkirina zemînsaziyek ji bo encamdana hilbijartinan û got: “Ew alî naxwazin vê berpirsyariya hevbeş hilbigrin ku li ser me hemûyan e.”