Li Mereş û Hatayê erdhejên din rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Onikisubat a Mereşê demjimêr 01.55an erdhejekê rû da. Erdhej bi hêza 4.0 û 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD'ê hatine belavkirin, demjimêr 02.13 li navçeya Nurhak a Mereşê erdhejek bi hêza 4,1 û 6,98 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD'ê, demjimêr 02.29 li Behra Spî ku 50,7 kîlometre dûrî Yayladagi ye, erdhejeke bi hêza 4,4 pêk hat. Erdhej 44,17 kîlometre di bin erdê de bû.

Ev yek li piştî wê tê, duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 çêbûn. Serokê AFAD'ê Yunus Sezer ragihand, di erdhejên Mereşê de 2 hezar û 921 kesan canê xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.