Endamekî Berevaniya Sivîl: Karesateke mirovî li Idlib û Cindirêsê rû daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê radigihîne, ji ber erdhejê karesateke mirovî ya mezin li navçeyên Idlib û Efrînê rû daye û bi riya K24ê re bang li aliyên navdewletî û rêxistinên mirovî dike ku bi hawara xelkê wan navçeyan ve werin.

Endamê Xwebexş ê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê Fîras Xelîfe ji ji bajarokê Sermede yê Idlibê ve ji K24ê re ragihand, kareseteke mirovî li bakurê Rojavayê Sûriyê rû daye, ji ber erdhejê zêdetir ji 210 xanî û avahiyan bi temamî li parêzgeha Idlib û bajarokê Cindirêsê bi ser malbatên wan de rûxane, her wiha zêdetir ji 500 xaniyan jî beşek ji wan hilweşayaye.

Fîras Xelîfe got, tîmên wan ji destpêka rûdana erdhejê ve li navçeyên Sermeda, Harim û Cindirêsê hewla rizgarkirina kesên ku di bin kavilên avahiyên rûxandî de asê mane didin.

Da zanîn jî, heta niha 790 kesî li navçeyên cuda ên Idlibê û Cindirêsê ji ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 2200 kesên din jî birîndar bûne. Tê pêşbînîkirin ev hejmar zêdetir jî bibin, ji ber ku xebatên lêgerînê berdewam in.

Fîras Xelîfe bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî jî kir ku alîkariya wan bikin û bi hawara xelkê Sûrî û mexdûrên erdhejê ve werin, ji ber ku karesateke mirovî ya mezin rû daye û karînên wan ên ji bo rizgarkirina xelkê jî kêm in, li gel wê jî sotemenî nîne û rewşa keşûhewayê jî gelekî sar e, divê ev rewş were çareserkirin.

Tekez kir jî, heta niha ti piştevanî û alîkarî ji aliyekî navdewletî negihîştiye wan û tenê Rêxistina Berevaniya Sivîl û hin rêxistinên din ên xwecihî hewla rizgarkirina xelkê didin.

Endamê Xwebexş ê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê bal kişande ser wê yekê ku îro li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê hest bi erdhejên din hate kirin, tevî ku hêza wan kêm bû jî lê metirsiya wê li ser xanî û avahiyên ku derz lê ketine heye û egera heye ew jî bi temamî hilweşin.