Serokwezîr Mesrûr Barzanî ber bi Îmaratê ve bi rê ket

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibata 2023an bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Îmarata Erebî bi rê ket, ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe ku dê roja 13ê Sibatê de li Dubayê were lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza vê lûtkeyê, dê çendîn hevdîtinan ligel berpirs, rayedar, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî pêk bîne.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan her sal li Dubay tê lidarxistin û îsal dê zêdetir ji 20 serok û serokwezîr û 250 wezîr û bi hezaran berpirsên hikûmî tê de beşdar bibin.