Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Dubayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarîkirina di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubeyê de, îro 12ê Sibata 2023an bi serokatiya şandeke hikûmî gihîşt Îmarata Erebî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza vê lûtkeyê, dê çendîn hevdîtinan ligel berpirs, rayedar, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî pêk bîne.

Serokwezîr di vê derbarê de li hejmara xwe ya taybet a “Twitter” nivîsî: “Ez kêfxweş im ku ji bo vegerim Îmaratê û bi rêberên wê re hevdîtin bikim da ku çîroka Kurdistanê parve bikim.”

Her wiha ragihand: “Ev derfetek e ku ji bo behskirina pêşkeftina me ya sala borî de û kûrkirina hevbeşiyan ku tê de bi qasî ew pêşkêş dikin, xwazyar in bazirganiya me ligel wan bikin.”

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan her sal li Dubey tê lidarxistin û îsal dê zêdetir ji 20 serok û serokwezîr û 250 wezîr û bi hezaran berpirsên hikûmî tê de beşdar bibin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dê rojên 13 û 14ê Sibata 2023an li Dubayê bê lidarxistin.