Hejmara qurbaniyên erdheja Hatayê zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê erdheja pêr 20ê Sibatê ya li Hatayê de amarên dawî hatin dayîn ku 6 kesan canê xwe ji dest dan û 562 kes jî birîndar bûne.

Şeva 20ê Sibata 2023an, 2 erdhejên li pey hev bi hêza 6.4 û 5.8 pile li pîvera Rîchterê li navçeya Defene û Samandagiyê yên Hatayê rû dabûn. 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derheqê erdheja Hatayê de civîneka rojnamevanî kir û da zanên, di erdhejê de 6 kesan canê xwe ji dest dane, 562 kes birîndar bûne, rewşa 18 birîndaran jî giran e.

Soylu hişyar jî da, erdhejê zereke mezin gihandiye hin avahiyan û bi piştrastî ve qedexe ye ku welatî bikevin nava wan avahiyan. Nabe çi kes biçin nav malan û kelûpelên xwe derbixin, ji ber ku paşlerze berdewam in.

Ev yek di demekê de AFADê jî ragihandibû, di her du erdhejên mezin ên 6ê Sibata 2023an ên Mereşê de, hejmara qurbaniyan gihiştiye 42 hezar û 310 kesan.