Bi tometa piştevaniya darayî ji DAIŞê re Kurdek li Kanadayê tê darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Aso Pişderî ku di malbateke Kurd de ji dayik bûye û xwediyê nasnameya Kanada ye, bi tometa handana welatiyên Kanadayî bo tevlînûna DAIŞê û alîkariya darayî ji wê rêxistinê re, tê darizandin.

Li gorî nûçeya malpera “Global News”, Aso Pişderî li hemû tawanên ku ji aliyê lêkolînerên federal ve li dijî wî hatine vekirin, qebûl kirine.

Wê malperê got, biryar e roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an Aso Pişdarî li dadgeha Ontario ceza lê were birîn.

Parêzerê Aso, Solomon Friedman di nameyekê de ji dadgehê re ragihand, Aso tawanên xwe qebûl kirine û hêvî dike ku dadgeh li ser wê bingehê rûniştinên xwe berdewam bike.

Aso Pişderî di sala 2015an de ji aliyê hêzên ewlekariya Kanadayê ve bi tometa plandanîn û pêwendiya ligel du welatiyên Kanadayî yên ku piştre tevlî DAIŞê bûne, hatibû girtin.

Her du welatiyên Kanadayî John Maguire û Xidir Xalid ku derdora sala 2012ê tevlî DAIŞê bûne û çûne Sûriyê, niha tê gotin ku yek ji wan li Sûriyê û yê din jî li Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.

Aso piştî girtina xwe bi fînansekirina geştên endamên nû yên DAIŞê, hat tawanbarkirin.

Aso Pişderî ku li Kanadayê di firoşgehekê de kar dikir, xwendekarê fakulteya Algonquin e û di sala 2010an de carekê hat girtin, lê hat berdan.

Di van salên dawî de bi dehan welatiyên Kanadayî ji bo tevlî DAIŞê bibin çûne Sûriye û Iraqê, hinek ji wan hatine kuştin û yên bi saxî hatine girtin.