15 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê banga piştgiriya ziyandîtiyên erdhejê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – 15 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro di daxuyaniyeke hevbeş de spasiya hemû dewlet, dezgehên navdewletî, dezgehên sivil, kes û dezgehên xêrxawaziyê û kompanyayn kirin ku di dema karesata erdhejê de hatin hewara gel û ziyandîtiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin.”

Di daxuyaniya hevbeş a wan 15 partê û rêxistinan de hat jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û Sûrîyeyê dimeşînin.”

Daxuyaniya hevbeş a 15 partî û rêxistinan

Roj roja xîretê ye

Ji bo dermankirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin hev

Di roja 06.02.2023yê da du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê, ku navenda wan du navçeyên  bajarê Mereşê bûn rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023yê da li Hetayê erdhejeke bi şîdeta 6.4ê rû da.

Erdhejê, di deh bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan rû da ku piranîya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku di van erdhejan da jîyana xwe ji dest dane nêzîkî 42 hezaran e; hejmara  birîndaran jî ji 100 hezar kesî zêdetir in. Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.

Tu şika me jê tune ye ku, zerara rasteqînî ya canî û malî û herî zede wêrankirina derûnî  ya gel, gelekî  mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibin.

Li Efrîn, Cinderes û Helebê jî ev erdhej  bûne sebebê felaketeke mezin. Û mixabin alîkarîyeke berbiçav negihîştîye van deran. Heta nuha yên ku jîyana xwe ji dest dane ji 7 hezarî, yên birîndar jî ji 15 hezarî zêdetir in.

Bi hezaran avayî xerabûne, zerareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan da ye.

Ji 6ê sibatê ve heta îro, aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe da, li van bajarên ku erdhej lê çêbûne wazîfeyên xwe neanîye cîh. 

Bi taybetî di 3 rojên ewil ên erdhejê da, di hawarçûyina ser kavilan û di alîkarîya mexdûran da, lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkarîya  hemû dem û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li seheyê tunebûn. Herweha Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî di 3 rojên ewil da, hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkarîyan bigihînin mexdûrên erdhejê. Nuha jî li gelek deran ev astengî berdewam in.

Herweha dewletê rê li ber piranîya alîkarîyên ku dê biçûna Rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cinderes û Helebê jî girtîye û bi van kiryarên xwe xisara canî û ya maddi zêde kirîye.

Vê helwesta dewletê û berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî, mexdûrîyeta erdhejê  gelekî berfirehtir û kûrtir kirîye.

Helbete ne cara yekem e ku, gelê Kurdistanê  rû bi rûyî van sîyaset û helwestên Dewleta Tirkîyeyê dibe. Desthilatdarîya AKPê û MHPyê bi taybetî piştî 22ê Temûza 2015an careke din dest bi sîyaseta şer kir. Û kiryar û sîyaseta xwe ya li dijî kurdan û ya şerî, bi stratejîyeke nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kirîye. Ev berhemên vê hişmendî, sîyaset û helwesta Dewleta Tirkîyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina  wê ya takekesî û totalîter jî , texrîbat û xesarên  erdhejê  yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine. 

Lê belê, li gel hemû astengîyên yasayî û fiîlî yên ku Dewleta Tirkîyeyê heta nuha derxistîye û derdixe jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke mezin alîkarîya mexdûran dike. li Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û li dîyasporayê, me wek van partîyên ku ev daxuyanî  îmze kirine û gelek partî û rêxistinên sîyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, beledîye û şîrketan  ji bo alîkarîya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne, pêk tînin. 

Gelek dewletên cîhanê jî alîkarîyên cûr be cûr digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û Sûrîyeyê dimeşînin. 

Em spasîya wan hemî dewlet, dezgehên navdewletî, dezgehên sivil, kes û dezgehên xêrxawazan û şîrketan dikin ku di dema karesata erdhejê da hatin hewarîya gelê me, jibo alîkarîya neqdî û malî hewl dan û imkanatên xwe bi me ra par ve kirin.

Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sebebên zerarên erdhejê ne xwezayî ne; berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaşitî û bêprensîbîyên dezgehên fermî, şîrket û mirovan e. 

Lê heger di erdhejekê da zerarên canî û malî çêbûbin, berpirsyarê yekem yê herî mezin, bi hemû dezgeh û wezartên xwe ve, bi beledîyeyên xwe ve dewlet bi xwe ye.

Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê nebin, berîya her tiştî divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkezîyetçîyê, ji bo rêveberîyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.

Ji bo ava kirina avahîyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê ava kirin.

Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo ava kirina bajaran û alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendîyeke ku demografîya herêmê biguherîne dûr bixe.

Ji bo gelê me yê ku di erdhejê da mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me, cîh û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin,  divê em xebateke mezin bihûnin. Ji bo vê jî, em bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û alîyên peywendîdar yên navxweyî û navnetewî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê ra cîh û warên ku bikaribin di şerdên însanî da lê bijîn peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgirîya aborî û ji bo ku ji wan ra kar peyda bikin, em seferber bibin. 

Divê tu kes û der û dor yan jî dezgeh vê karesata erdhjê ji bo berjewendîyên xwe wek firsend bikar neyîne, mexdûriyeta gelê me îstismar neke, xwe ji zêde kirina kirêyên xanîyan û giran kirina nirxên pêdawîsatîyan dûr bixe.

Ji bo ku îmkanên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê da bêne serf kirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew îmkanên ku ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne rawestandin, dawî li şerî bê anîn; divê daxwazên acîl ên miletê Kurd  bêne qebûl kirin û bi awayên sîyasî, demokratîk rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bê vekirin.

Dewleta Tirkîyeyê, divê bizanibe ku, dê nikaribe îlan kirina rewşa awarte, ji xwe ra weke firsendekê bikar bîne da ku rê li ber xebatên alîkarî û piştgirîya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber doza azadîya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya li Tirkîyeyê bigire.

Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêvebirîya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên Kurd û Kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gîhandina alîkarîyên ji bo mexdûrên erdhejê da berdewam bin, em wan bitenê nehêlin, em lihev xwedî derkevin.

Helbete ku barê felaketên bi vî rengî, dikare bi îmkanên dewletan û bi alîkarîyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastîyê jî, em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber alîkarîyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û berîya her tiştî berpirsyarîyên xwe yên dewletî bicîh bînin. 

Heta ku çareserîyên mayînde bêne bicîh anîn, di demeke herî kurt da divê pêwîstîyên mexdûran yên  acîl, yên wek alîkarîyên aborî, çadirên zivistanê, konteyner û cîhên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cûr bi cûr, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstîyên zarok û jinan, nivîn û betanîyeyan temîn bikin. 

Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, sîyasî da di vê erdhejê da jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, kêmendam û kesên temen dirêj in. Ji ber vê rastîyê jî divê, di vê erdhejê da, ji bo telafî kirina mexdûrîyeta van herçar beşên civatê bernameyeke taybet bê li dar xistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat li ser esasê cudakarîya pozîtîf a jinan bêne hûnandin.

Em bangî hemî dezgeyên navneteweyî, Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê dikin, da ku alîkarîyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê di derbarê alîkarîya mexdûran da xebatên bi lez û berhemdar pêk bîne, dîyalogeke xurt pêk bînin.

23.02.2023

DBP (Partîya Herêmên Demokratîk)

DDKD (Komeleya Şoreşgerên  Demokrat ê Kurd)

DTK (Kongreya Civaka Demokratîk)

HDP (Partîya Demokratîk a Gel)

HEREKETA AZADÎ

KKP (Partîya Komunîst a Kurdistanê)

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PARTÎYA AZADÎ

PDK (Partîya Demokrat a Kurd)

PDK-BAKUR (Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)

PDKT (Partîya Demokrat a Kurdistan a Tirkîyeyê)

PİA (Partîya Însan û Azadî)

PLATFORMA JINÊN KURD

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)