Bi çavdêriya Serok Barzanî 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dê birêve biçe

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê di meha Adarê de, bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan dê were sazkirin.

Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragihand, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.

Herwiha hat ragihandin ku pêşangeh ji 8 heta 18ê meha Adara 2023an, li pêşangeha navdewletî ya Parka Samî Ebdurehman were lidarxistin û hejmareke berçav ji weşanxaneyên Kurdî û Erebî û biyanî beşdar bibin.