Erdhejeke din li Iraqê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî a Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê ragihand, îro erdhejek li parêzgeha Enbarê rû da.

Desteya Giştî a Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, erdhej bi hêza 3.3 li gor pîvana Richterê pêk hat.

Da zanîn jî, erdhej 86 kîlometre li rojavayê bajarokê Rutba yê parêzgeha Enbarê pêk hat.

Piştî erdhejên Mereşê yên roja 6ê Sibata 2023an, bi hezaran piştlerze li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye û Îraqê rû dan.

Erdheja dawiyê ya li Herêma Kurdistanê jî duhî 25ê Sibatê rû dabû û li gorî Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, ew erdhej bi hêza 4.3 li ser pîvera Richterê bû.