Mesrûr Barzanî: Ji bo parastina mafên karkeran roleke girîng a Yasaya Kar heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya pesendkirina Yasaya Kar a Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya pesendkirina Yasaya Kar a Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Îro Çarşemê 1ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya pesendkirina projeyasaya kar a Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û pîrozbahî li karkerên Kurdistanê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez destxweşiyê li Parlamentoya Kurdistanê dikim ku îro bi yekdengî "projeyasaya kar a Herêma Kurdistanê" pesend kir. Herwiha destxweşiyê li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û hemû aliyên din ên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ji bo amadekirina vê projeyasaya girîng û pêşkêşkirina Parlamentoya Kurdistanê.

Ez pîrozbahiyê li karkerên Kurdistanê dikim ku vê yasayê, rola wê ya girîng dibe ji bo parastina mafên karkeran bi giştî û bi taybetî desteberkirina mafên karkerên jin û nehiştina hemû cûre karên bi zorê û sînordanîn ji bo hemû sitem û çewisandina karkeran û nehiştina karkirina zarokan.

Herwiha ev yasa, hemû mafên karkeran ji aliyê tendirustiyê û silametiya pîşeyî û mafên yasayî yên karkeran dabîn dike. Ev yasa alîkariya karsazan jî dike ji bo dîtina karkerên guncaw û rêkxistina şert û mercên karkirin û pêwendiyên karkeran û xwedîkaran, li ser bingeha tendirust û dadperwerî.

Parastina mafên karkerên Kurdistanê, bi taybetî ew kesên di sektora taybet de kar dikin, beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo parastina mafên wan ên yasayî û dabînkirina siberoja karkerên Kurdistanê.

Bi vê boneyê, em pabendbûna xwe ya bi berdewambûna li ser parastina mafên karkeran û karkirina ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan, dûpat dikin.